Li kontara Qendîlê, PKK rêgirîyê li hêzên ewlekarîyê dike
Bo kontirolkirina bûyera şere teqeyê di navbera dû gundên kontara Qendîlê, hêzên ewlekarîyên Raperîn çûne wê sinûrê, lê li gor zanyarîyan çekdarên PKKyê rêgirî li hêzên ewlekarîyê kirine û nehêlane biçin nav wan dû gundan.
K24- Raniye

Evro, êvarî li ser perêzê gundîyê Qelatûkan û Deştêwan li komtara Qndîlê şere teqe di navera wan de çê bû. Bi sedema wê yekê jî kesek hat kuştin û dû yên din jî birîndar bûn.
Kesên ku bi çavên xwe dîtibûn, bi Kurdistan24 re ragehand, hêzên ewlekarî yên Raperîn bo kontirolkirina rewşê çûbûn deverê, lê çekdarên PKKyê rê nedabûn hêzên ewlekarîya Raperîn ku biçin nava wan dû gundan.
Ewan kesan amaje bi wê yekê jî kirn, ku niha heya radeyekê rewş li wan dû gundan arame û dengê teqey nahêt bihîstin, lê ji egera rê nedanê bi hêzên ewlekarîyê, metirsîya dûbare serhildan şere teqeyê heye, di demekê de heya niha ew kesên teqe kirîn nehatîne girtin û herdû girtî û kesê kuştî jî ji yek malbatê ne.