Serok Barzanî: Îro rojeke taybet e û silav ji ewên herdem xwe naçemînin re
Serok Mesûd Barzanî di duyemîn salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand, îro rojeke taybet e û silav ji ewên herdem xwe naçemînin re.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî di duyemîn salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand, îro rojeke taybet e û silav ji ewên herdem xwe naçemînin re.
Serok Barzanî di twîtekê de, îro 25ê Îlona 2019am ji bilî ku ew roja encamdana referandumê bi rojeke taybet binav dike, rêz û silavê jî ji ewên herdem xwe naçemînin re dişîne.
Roja 25ê Îlona 2017an, referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat encamdan û tê de nêzîkî ji sedî 93 ji beşdarbûyan dengê “belê” dan serxwebûna Herêma Kurdistanê.
On this special day, I highly and respectfully salute and appreciate those who never bowed. pic.twitter.com/2XEzVITLuB
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2019