Arteşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir
Arteşa Tirkiyê li Botanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê li Botanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
Li gor nûçeyên medayaya Tirkiyê li dorûbera gundên Sêrt û Şirnexê arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyneke nû kiriye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dide zanîn, li bajarokê Hezexê di encama operasyoneke esmanî de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Ji aliyekî din ve jî, Hêzên Parastina Gel (HPG) di encama şer û pevçûnên li çend deverên ser sînorê Iraqê û bakurê Kurdistanê de kuştina 15 leşkerên Tirkiyê ragihand.
S. B