Dadgehê biryara zîndankirina Hevşaredara Sûrê da
Hevşaredara Sûrê ya HDPê Fîlîz Buluttekîn bi tohmeta bangeşekirina PKKê bi 10 mehan hate cezakirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredara Sûrê ya HDPê Fîlîz Buluttekîn bi tohmeta bangeşekirina PKKê bi 10 mehan hate cezakirin.
Hevşaredara Sûrê ya HDPê li Dadgeha Diyarbekirê ya Giran a 11emîn hate dadgehkirin.
Dadgehê diyar kir, Fîlîz Buluttekîn sala bûrî di axaftinekê xwe de ji bo gerîlayên PKKê yên canê xwe ji dest dane peyva şehîd bikar aniye û bi vê axaftinê bangeşeya PKKê kiriye.
Hevşaredara HDPê her çend dibêje armanca axaftina wê bangeşekirina PKKyê nebe jî, Dadgeha Diyarbekirê 10 meh cezaya zîndanîkirinê li wê birî.
Piştî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja 19ê Tebaxê şaredarên HDPê Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar dûrxistin, hejmareke din a şaredarên HDPê desteserkirin û hejmarek jî biryara zîndankirinê bo wan hat derkirin.
S. B