Mesrûr Barzanî: Daiş hêj gefeke mezine li ser aştîyê
Roja Çarşembîyê, Mesrûr Barzanî, sesrokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li şandeke hêzên hevpeymanan kir, bi serokatîya Mêcer Ceneral, Cîrald Stirîkland, cêgirê fermandeyê operasyonên hevpişikên hêza hevpeymanan li Îraq û Suriyê bo akincîyê.
K24- Hewlêr

Di dêdarê de, gotûbêj hatin kirin derbarê pêşxistina mîkanîzma berengarbûna gefên Diaşê. Herweha tekez hat kirin li ser giringîya berdewambûna hevkarîyên hevpeymanan bo hêza Pêşmerge nemaze jî di warê rahînanê de.
Cêgirê fermandeyê hevpişka hêzên hevpeymanan li Îraq û Suriyê bo akincîyê, stayîşa hevahengîya baş a di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqî kir bo barengarbûna Daişê.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî supaskirina hevpeymanan bo hevkarîkirina Pêşmerge , amaje bi wê yekê kir ku ew sedemên bûyîne egera serheldana Daişê hêj her mane, lew Daiş niha gefeke mezine bo ser asayîşa deverê.