Şandeke Herêma Kurdistanê û Îran gengeşeya pêşvebirina karên derazînkên sinûrî dikin

Evro şandeke bazirganî û rêveberî ya Herêma Kurdistanê û Komara Îslamîya Îranê, li Hacî Omeran gengeşeya pêşvebirina karên derazînkên sinûrî dikin.

K24- Çoman

Evro şandeke bazirganî û rêveberî ya Herêma Kurdistanê û Komara Îslamîya Îranê, li Hacî Omeran gengeşeya pêşvebirina karên derazînkên sinûrî dikin.

Ebdûllah Akreyî, rêveberê giştîyê peywendîyên Îran û Herêma Kurdistanê, bi Kurdistan24 re ragehand û got: Evro şandeke Komara Îslamîya Îranê bi serperiştîya fermandarê Pîranşar û parêzgarê Ormîye digehe Hacî Omeran, daku genegeşeyê bikîn li ser baştirkirina karên wan derazînkên sinûrî li gel wan û nehêlana atengan.

Ragehand jî: peywendîyên me li gel komara Îslamîya Îranê ji hemû alîyekê ve gelek başin û hewil didîn ber bi pêşve  bibîn û baştir bikîn.

 Herweha Ehmed Qadir, qayemeqamê Çoman bi Kurdistan24 ragehand: Kombûna evro li gel şanda Îranê  bo pêşvebirina karên derazînkên sinûrîyê Hacî Omeran- Temerçîn û çareserkirina astengan.