Xwîndkareka Kurd di berîkanêyeke nêvdewletîya ziman de yekema ser asta cîhanê dibe
Xwîndkareka kolîca Îşq li dihokê di taqîkirineka şarezayîya ziman de li ser asta cîhanê bi pile ya yekem dihêt.
K24- Dihok
Xwîndkareka kolîca Îşq li dihokê di taqîkirineka şarezayîya ziman de li ser asta cîhanê bi pile ya yekem dihêt.
Ev kiça Kurd bi navê Betûl Quteybe ku xwînkareka pol a şeşê ye li xwîndingeha Îşq li Dihokê di taqîkirineka cîhanî de li ser asta 15 hezar kesan di şarezayîya ziman de, pileya yekem bi dest xwe anî.
Salane taqîkirineka onlayîn (On line) dihêt kirin bi rêya Internêtê ve li ser asta cîhanê li şarezarîyê di zimanên cîhanî de. Bo ev sal jî Betûl ku xelkê qeza ya Şêxane, pişikdarî di wê taqîkirinê de kir û di wê berîkanê de pile ya yekem bi dest xwe ve anî.
Ew taqîkirin, zimanê Englîzî, Turkî, Firansî, Elmanî, Erebî û çend zimanê din jî bi xwe digire.
Evê xwîndkara Kurd bi sedema şarazayê di zimanê Tirkî de kevtîye pêş xwîndkarên Turk û şîyaye ji koma 15 hezar pişikdaran bi pileya yekem bihêt.