Li şeqameke Kerkûkê hêj posterê bangeşeya rifrandomê bi hilawîstî mane

Di nav şeqameke Kerkûkê de, hêj poster û kevalên bangeşeyên rifrandomê mane halawîstî û hinek bi sedema seqayê û tîrojên rojê pût bûne û rengên wam nemane, lê hêj ji alîyê xelkê ve wêneyên wan her ruhn û zelal in û zêdetir ji berê piştîvanîya rifrandoma serxwebûna Kurdistanê dikin.

K24- Kerkûk

Hevwelatîyên Kerkûkê di evê rojê de tekez dikin ku heke çend carên din jî rifrandom bihêt dûbarekirin, ewan her ew coş û xiroşên berê hene û dê pişikdarîyê bikin û ti caran poşman nîne ku di wê piroseyê de deng bi Belê dane.

Ebas Dawide, kurê hunermendê koçkirç Selah Dawide ye û bi hunera xwe piştîvanî li rifrandomê kir û niha jî di wî bajêrî de her ahengan bo rifrandomê saz dike.