Firokeyên Tirkiyê 2 welatiyan li binarê Qendîlê birîndar dikin
Firokeyên Tirkiyê çend navçeyên binarê Qendîlê bombebaran kirin û li gor zanyariyên destpêkê, 2 welatî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Tirkiyê çend navçeyên binarê Qendîlê bombebaran kirin û li gor zanyariyên destpêkê, 2 welatî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li wê navçeyê da zanîn, bombebarana firokeyên Tirkiyê şeva bûrî li ser gundê Zêweke yê ser bi Qeladizê ve bû.
Şahidhalan ji K24ê re ragihand, di encama bombebaranê de 2 welatiyên ji gundê Zêwîke yên bi navê Omer Kiwîxa Ebdula û Dîlman Resûl Ebdula ku mam û birazî ne birîndar bûne.
Amaje bi wê jî kir, ji ber giraniya bombebaranê, ambulans nekarîn bi hawara birîndar û xelkê gundê ve biçûna.
Li gor zanyariyên K24ê, ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî yên mezin ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê gihîştine welatiyên wê navçeyê.
Ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, çendî welatiyên sivîl bûne qurbanî û hejmarek gund jî hatine valakirin.
S. B