Sefîn Dizeyî: Civaka Navdewletî ji egera serîhildana DAIŞê nîgeran e
Sefîn Dizeyî: Piraniya serokên welatan nîgeraniya xwe li hember egera serîhildana DAIŞê li navçê nîşan dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku endamê şanda Iraqê di civînên Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye ji K24ê re ragihand, wan gelek civînên erênî encam dane û di piraniya civînan de jî serokên welatan nîgeraniya xwe li hember egera serîhildana DAIŞê li navçê nîşan dane.
Aşkere kir jî, di civînan de behsa wê hat kirin, ku niha keşeke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên hilpesartî mane heye.
Amaje bi wê jî kir, welatan pêşwazî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê dikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih re di civînên Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê beşdar in. Duhî jî bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiyabûn.
S. B