Parêzgeriya Diyarbekirê: Operasyona li dijî PKKê dawî hat
Operasyona artêşa Tirkiyê ya Licê li dijî gerîlayên PKKê dawî hat û li gor ragihandina Parêzgeriya Diyarbekirê, 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyona artêşa Tirkiyê ya Licê li dijî gerîlayên PKKê dawî hat û li gor ragihandina Parêzgeriya Diyarbekirê, 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, operasyona Licê ya di 20ê Îlonê de li dijî gerîlayên PKKê hatibû destpêkirin, bidawî hatiye.
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand jî, di encama operasyonê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û hejmareke çek û teqemeniyan hatine bidestxistin.
Ev di demekê de ye, artêşa Tirkiyê li dorûbera gundên Sêrt û Şirnexê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyneke nû kiriye.
Ji aliyekî din ve jî, Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandiye, di encama şer û pevçûnên li çend deverên ser sînorê Iraqê û bakurê Kurdistanê de 15 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
S. B