Desthilatên Tirkî 2 endamên Pêşverû li Efrînê revandin

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) desthilatên Tirkiyê tometbar dike, ku 2 endamên wê partiyê li Efrînê bê sedem binçav kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) desthilatên Tirkiyê tometbar dike, ku 2 endamên wê partiyê li Efrînê bê sedeme diyar binçav kirine.

Polîtburoya Pêşverû di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar tometbar dike, 2 endamên wê partiyê li Efrînê yên bi navê Ebdilhemîd Silêman û hevjîna wî Xalîde Silêman bê sedemeke diyar ji roja 14ê vê mehê ve binçav kirine.

Polîtburoya Pêşverû dide zanîn, hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan grûpên çekdar bi van kiryaran jiyana welatiyan dixe metirsiyê û kiryarên wan ên wek dizî û talanê jî li dijî mafên mirovan e.

Partiya Pêşverû di daxuyaniya xwe de daxwaz serbestberdana herdu endamên xwe Ebdilhemîd Silêman û Xalîde Silêman dike û ev kiryar di derheqê welatiyên Kurd de neyin kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, ev cara duyem e endamê Partiya Pêşverû Ebdilhemîd Silêman ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar vet ê revandin, cara yek roja 3ê Tîrmeha 2018an ve ligel 2 endamên din ên wê partiyê ji bo demekê hatibûn revandin.

 

S. B