Serok Barzanî pêşwazî li hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê navdar ê bajarê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê navdar ê bajarê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir ku bi dirêjahiya temenê xwe xizmeta hunerê kiriye û cihê destên wî li geşbûna kultûr û hunera bajarê Hewlêr û Kurdistanê de diyare û niştimanperwerane li rêya hunera xwe ve xizmeta welatê xwe kiriye.
Her wiha Serok Barzanî rewşa tendirustî û jiyana Erbîlî pirsî û hêviya saxî û temendirêjiyê ji bo wî xwast.