Şerê PKK û Tirkiyê amramî li gundên Amêdîyê nehêlaye

Gundên Guherz û Belave3 li nêzîk çîyayê Metîn î, li devera Amêdîyê, bi egera hebûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) heya niha zêdetir ji 40 caran ji alîyê Tirkiyê ve hatîne burdûman kirin. Bi egera burdûmanê, ji bilî şewitîna rez, bax, pûş û pawanên deverê, zîyan gihaye xanî û malên gundîyan jî.

K24- Amêdî

Pişkek ji gundîyên devera Amêdîyê, amaje bi wê yekê dikin, burdûman tirs nîgeranî li deverê durist kirîye û hevwelatîyek dibêje:  Zaroyên me gelek ditirsin bi taybetî di şevan de. Gundîyekî bi Kurdistan24 re ragehand: Bi sedema Burdûmanê dîwarên xanîyên me ziyan pêketîne û di dema burdûmanê de ditrisîn xanîyên me bi ser me re bi herifin.