Pêşbînî dihêt kirin berî dema helbijartinê PDK vegere Kerkûkê

Berpirseke Partîya Karkerên Kurdistanê (PDK) tekez dike gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di asteke baş de ne û pêşbînî dihêt kirin heya dema helbjiartina Civata Parêzgehan PDK vegere Kerkûkê.

K24- Hewlêr

Berpirseke Partîya Karkerên Kurdistanê (PDK) tekez dike gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di asteke baş de ne û pêşbînî dihêt kirin heya dema helbjiartina Civata Parêzgehan PDK vegere Kerkûkê.

Mehemed Xurşîd, berpirsê liqa Sê ya PDKyê li Kerkûkê ragehand: gotûbêjên baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene; lew pêşbînî dihêt kirin heya dema helbijartina Civata Parêzgehan PDK vegere Kerkûkê.

Ev berpirsê PDKyê got jî: Heke PDK nevegere Kerkûkê jî, PDK li ser rasparte ya serok Barzanî piştîvanîyê li lîsta hevpişka alîyên Kurdistanî dike.

Derbarê lîsta hevpişka hevpişka alîyên Kurdistanî jî, berpirsê liqa Sêya PDKyê aşkere kir, ku alîyên sîyasî li ser wê yekê rêkevtine, bi lîsteke hevpisik pişikdarîyê di helbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê de bikin.