Li kontara Qendîlê dû zaro ji encama burdûmanên firokeyên Tirkyê birîndar bûn

Di 24 demjmêrên burî de, dû zaro û sê hevwelatî li kontara çiyayê Qndîlê birîndar bûne ji encama burdûmanên firokeyên cengîyên Tirkiyê bo ser gundên Zêwke ya wê kontarê û bi sedam wê burdûmanê jî gund hat çolkirin.

K24- Ranîye

Gundê Zêwke dikeve sinûrê nahye ya Jarawe ya ser bi qeza ya Pişderê.

Şeva burî û evro firokeyên cengîyên Tirkiyê dû caran bi tundî ew gund burdûman kirîne.

Yusif Xidir Ebdûllah, xelkê gundê Zêwke ye bi Kurdistan 24 ragehand, êvarîya evero, careke dî, firokeyên Tirkiyê  vegerîyan asmanê kontara Qendîlê û gundê Zêwke  burdûman kirin û ji encama burdûmanê 2 zaro birîndar bûn.

 Ev burdûman piştî wê yekê dihêt ku şeva burî firokeyên cengîyên Tirkiyê ew gund burdûman kir û bi sedema wê yekê jî sê hevwelatîyên gundê Zêwke birîndar bûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, gundîyan ji tirsa burdûmanan gund bi temamî çolkirine û li deverên din belav bûne xanî û malên xwe hêlane.