Ajansa Etomî: Îran meyandina Yoranyomê gehandîye asteke pêşkevtî

Ajansa Nêvdewletî bo Wizya Etomî aşkera dike di pêngaveke nû de bo pêşêlkirina rêkkevtina Etomî, Îranê bi rê navenda meyandina pêşkevtî dest bi meyandina Yoranîyomê kirîye.

K24- Hewlêr

Ajansa Nêvdewletî bo Wizya Etomî aşkera dike di pêngaveke nû de bo pêşêlkirina rêkkevtina Etomî, Îranê bi rê navenda meyandina pêşkevtî dest bi meyandina Yoranîyomê kirîye.

Li gor raporta Ajansa navhatî, bi rêya meyandina Yoranîyomê bi bikaranîna amêrên navenda meyandina pêşkevtî, ew rêkkevtina Etomî pêşêl kuirîye  ku li gel welatên girhêzên cîhanê wajû kirîye.

Ew ajans di raporta xwe de amaje bi wê yekê jî dide: Îran hewil dide hejmareke zêdetir ji amêrên pêşkevtî li navenda meyandinê cihgir bike be ku berê Tehranê ragehandibû.

Ajansa bavhatî di raporta xwe de tekez dike, ew gehiştîne wê rastîyê, ku tevaya alavên navenda meyandinê yên hatîne cihgirkirin amadene bo berhameanîna Yoranyoma meyandî.