Hikumet hejmareke piroje yasayan dişîne Perlemanê

Biryare heftîya dahatî hikumeta Herêma Kurdistanê çend piroje yasayan bişîne Perlemana Kurdistanê. Endameka perlemanê jî, ji Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê aşkere dike, ku yek ji wan pirojeyan yasa ya çaksazîyê ye. Endmekê komîteya çaksazîyê jî ewan madeyan aşkera dike ku hikumet pêdaçûnan bo dike.

K24- Hewlêr

Xedîce Ûmer Mizûrî, endam perlemana Kurdistanê ji Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê dibîje: Çaverê dikîn heftîya dahatî hejmareke pirojeyan ji hikumetê ve bigehin Perlamanê û piştî gehiştina wan vexwîndina yekem bo wan pirojeyan dihêt kirin.

Di demekê de ku piroje yasa ya çaksazîyê amadekarîya temam bo hatîye kirin, hikumet û perlemanê komîteyên bilind bo wê pêkanîbûn û biryare bi van nêzîkan li ser wê pirojeyê kom bibin. Piştî rêkkevtina hikumet û perlemanê, ewê pirojeyê radestê perlemanê dikin.

Li ser evê mijarê jî, Mehemed Seidedîn, endamê komîteya çaksazîyê behsa wan madeyan dike ku pêdaçûn bo wan hatîne kirin, nemaze jî dermaleya fermanberan, xanenişînan, yeke yên jimêryaî û rêkxistina hêzên Pêşmerge.

Berê jî, Hêmin Hewramî, cêgirê serokê perlemana Kurdistanê aşkera kir, hikumeta bo cîbicîkirina karnameya kabîneya nehem pêwîstî bi 22 yasayan heye. Di qonaxa yekem de 8 piroje yasa dihên şandin bo perlemanê. Hewlên hikumetê jî bo wê yekê ye daku di werza yasadananê de piroje yasaya çaksazîyê bihêt pesindkirin.