Hêj hin deverên Kobanê wêranbûyî ne

Nişteciyên hin taxên bajarê Kobanê gilî û gazinan ji nebûna xizmetguzariyan dikin, ku bê avrêj û tora ava vexwerinê dijîn

K24- Kobanê

Nişteciyên hin taxên bajarê Kobanê gilî û gazinan ji nebûna xizmetguzariyan dikin, ku bê avrêj û tora ava vexwerinê dijîn

Ji aliyê xwe ve jî şarederiya bajêr soz dide ku li tevehiya taxan kar û xebetê û xizmetguzeriyê pêşkêş bikin.

Tevî ku ev çend sal bi ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûye, lê hêj taxên wî bajarî ji kêmbûna xizmetguzariyan dinalin, taxa şehîd Kawa ku nêzîkî Girê Miştenûrê ye ti xizmetguzarî lê tine ne.

Nişteciyên vê taxê gazinan ji nebûna ava paqij, herwiha boriyên derketina ava gemar dikin. Fatima yek ji nişteciyên vê taxê ye dibêje ava vexwearinê kêm em herwiha boriyên ava gemar jî tine ne û ew pereyekî zêde ji bo kirîna avê û paqijkirina cihokan didin, herwiha daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku çareyekê ji vê pirsgirêkl re bibînin.

Ji aliyê xwe ve şaredariya bajarê Kobanê diyar dike ku ev tax di nava projeya wan ya îsal de ye, lê ji ber astengiyan û mezinbûna bajêr wan ti xizmetguzarî li vê taxê pêşkêş nekiriye, û dê di demke nêzîk de vê pirsgirêkê çareser bikin.

Piştî şerê Kobanê, û wêraniya ku li bajar rû da, rêjeyeke zêde ya jêrxaneya bajar hatiye wêran kirin, û tevî ku li hin taxan xizmetguzarî heta astekê hene, lê hejmarek din ya taxên Kobanê ji nebûna xizmetguzariyên serkee bêpar e û xelkê wê li hêviya sozên şaredariyê ne.