Birayan Hok: Îran wek taxeke Tehranê li Îraqê dinere
Nwênerê Emerîkayê bo karûbarên Îranê, bi Kurdistan 24 re ragehand, armanca Îranê ji Îraqê tenê duristkirina na aramîyê û na akincîyê ye û tim li Îraqê dinere wek taxeke Tehranê.
K24- Hewlêr
Nwênerê Emerîkayê bo karûbarên Îranê, bi Kurdistan 24 re ragehand, armanca Îranê ji Îraqê tenê duristkirina na aramîyê û na akincîyê ye û tim li Îraqê dinere wek taxeke Tehranê.
Birayan Hok, nwênerê taybetîyê Emerîkayê bo karûbarên Îranê di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Emerîka berdewam dibe li ser sizayan bi ser Îranê re heya wê dema Îran sîyaseta xwe diguhere û vedigere ser mêza danûstandinan.
Birayan Hok, aşkera jî kir, Armanca Îranê li Îraqê tenê duristkirina na aramî û na akincîyê ye û tim li Îraq nerîye wek taxeke Tehranê.
Derbarê çarenivîsa rêkkevtina navokî jî, Nwênerê Emerîkayê ragehand: Ew dixwazin rêkkevtineke nû encam bidin û hejmareke welatên Ewrûpayê jî her ev nerîna Waşintunê hene.
Nakokîyên di navbera Emerîka û Îranê de gotûbêjên gerim ên Neteweyê Yekgirtî bû. Bi egera hêrişa ahtîye kirin bo ser sazîyên petrolî yên Seûdîye, Elmanîya, Firansa û Birîtanîyayê Îran şermenede kirin û daxwaz kirin sinûrek bo destwerdanên Tehranê bihêt danan.