HDP bersiva Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî dide
HDP bersiva Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî dide û radigihîne: Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi riya penaberên ereb demografiya rojavayê Kurdistanê bigûherîne.
K24- Hewlêr
HDP bersiva Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî dide û radigihîne: Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi riya penaberên ereb demografiya rojavayê Kurdistanê bigûherîne.
Berdevkê HDPyê Gunay Kubîlay nerazîbûn li dijî axaftina Erdoganî ya li neteweyên yekgirtî ya di derbarê pilana herêma ewle de nîşan da û ragihand: Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi pilana herêma ewle xwe him ji pirsa penaberên Suriyeyê xilas bike him jî dê demografiya rojavayê Kurdistanê bigûherîne
Berdevkê HDPyê Gunay Kubîlay, got: Dema şerê Suriyeyê destpê kir ji bajarên rojavayê Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve koç nebû. Lê ji bajarên din ên Suriyeyê penaber berê xwe dan Tirkiyeyê. Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze van penaberan bi darê zorê vegerîne û li bajarên kurdan bicih bike. Wekî li Efrînê derkirina nîjadî bike.
Herweha got: Tirkiye dixwaze kurdan bi darê zorê derxe û penaberan bicih bike. Armanca hikûmeta Tirkiyeyê gûherandina demografiya rojavayê Kurdistanê ye û hêvî dike bi vê pilanê him ji penaberên Suriyeyê him jî ji kurdên Suiryeyê xilas bibe.