Rûsyê tuhmeta Emerîka red dike ji bikaranîna kîmyawî ji alîyê hikumeta Sûriyê ve

Sêrgî Fîrşînîn, cêgirê werzîrê derve yê Rûsyê raghand, ew dilgranin ji wan tuhmetên Emerîkayê arasteya hikumeta Sûriyê kirîne bi bikaranîna çekê kîmawî.

K24- Hewlêr

Sêrgî Fîrşînîn, cêgirê werzîrê derve yê Rûsyê raghand, ew dilgranin ji wan tuhmetên Emerîkayê arasteya hikumeta Sûriyê kirîne bi bikaranîna çekê kîmawî.

Bi gotna wî hêj karê Neteweyên Yekbûyê anku tîma lêkolîna êrîşên kîmyawî li sûryê temam nebûye û her berdewam e ji ber vê yekê jî ne diba  Emerîka vê daxuyanyê berî temambûna rapora wê tîmê bide.

Herweha Fîrşînîn got: Ev daxuyanî yên Emerîkayê dibe bibin asteng li pêşîya başkirina rewşa Sûriyê û serkeftina pirosêsa sîyasî li Suriyê.

Şeva bûrî, wezîrê derve yê Emerîka raghandibû ku rijîma Sûryê gaza  Kilorîn li Idlibê bikar anîye.