Ceymis Jêfrî: HSD tevlî komîteya destûra Sûriyê dê bibin

Şanderê Emrîka bo dosêya Sûriyê raghand, nûnerên bakura rojhelata Sûriyê

K24- Hewlêr

Şanderê Emerîka bo dosêya Sûriyê raghand, nûnerên bakura rojhelata Sûriyê tevlî komîteyadestûra Sûriyê dê bibin.

Şanderê Emerîka bo dosêya Sûriyê  Ceyimis Jêfrî di çarçoveya gera 74 ya Komeleya  Netewên Yekbûyî de raghand, ku bakura  rojhelata Sûriyê di nava komîteyadestûra Sûriyê de cihê xwe digrin û navê wan ji alêyê Neteweyên Yekbûy ve hatîye hilbjartin.

Got jî:  Wî navê endamên komîteya destûr dîtne, lê hêj tekezî  li ser wan navan nekirîye.

Jêfrî bersiva wê pirsyara, ka Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Encûmena Sûrya Demokrat tevlî komîteyadestûra Sûriyê dê bibin? gotibû helbet beşdar dê bin.

Herweha got: Ew li gel Tirkiyê derbarê beşdarîya HSDyê di komîteyadestûra Sûriyê de axivîye. Amaje bi wê yekê jî kirîye ku Emerîka ji tevahya alîyan re dîyar kirîye ku ti ecindeyên wê yên siyasî li Sûriyê nîne û armanca wan ya sereke yekgirtina Sûriyê ye di sînorê wê yê niha de.