Hêzên Tirkî 8 welatiyên Efrînê revandin
Hêzên Tirkî û grûpên çekdar 8 welatiyê Efrînê revandin û du gundê navçeya Şêrewa topbaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Tirkî û grûpên çekdar 8 welatiyê Efrînê revandin û du gundê navçeya Şêrewa topbaran kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, hêzên Îstixbarata Tirkiyê û grûpeke çekdar duhî 8 xortên Kurd ji gundê Xidiriya ya navçeya Bilbilê revandin.
Wê rêxistina amaje bi yekê kir, ji nava kesên revandî, 4 kes hatin naskirin û navên wan Ziyad Horîk Reşîd, Selah Zekiriye Mihemed, Celal Mihemed Miho û Îbrahîm Husên Reşîd in.
Amaje bi wê yekê jî kir, grûpên çekdar roja 17ê vê mehê xortê bi navê Rifat Îso ji heman gundî revandibû.
Ji aliyekî din ve, hat zanîn jî ku şeva bûrî artêşa Tirkiyê şeva bûrî gundên Birc El Qas û Kelûtê yên navçeya Şêrewa yên di destê YPGê de ne topbaran kirin.
Dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, 12 gundên Efrînê yên navçeya Şêrewa yên derdora herdu gundên Şîenişîn Nubil û Zehraa di destê YPGê de man û artêşa Tirkiyê her çend rojan wan gundan dide ber topan.
S. B