Li Gulale 2 kes di teqînekê de birîndar bûn

Jêderekî ji asayişa Germiyanê ji K24ê re ragihand, li gundê Îslah yê ser bi Gulala ve bombeyek bi du cotkaran ve teqiya û di encamê de har du cotyar birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji asayişa Germiyanê ji K24ê re ragihand, li gundê Îslah yê ser bi Gulala ve bombeyek bi du cotkaran ve teqiya û di encamê de har du cotyar birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, dema bombe teqiya, ew her du cotyar li nava zeviyên xwe bûn û ji bo wergirtina çareseriyên tenduristî bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Gundê Îsalh xelkê wê Kurd û Ereb in û ser bi bajêroka Gulale ya ser bi qeza ya Xaneqînê ve ye.

Ji aliyekî din ve, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî Xaneqînê kiribûn û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û hejmarek de jî birîndar bûbûn.

 

S. B