Serok Barzanî: Radyoya Dengê Kurdistanê di xebata rizgarîxwaziya gelê de werçerxanek bû
Serok Barzanî bi boneya 56emîn salvegera damezrandina radyoya Dengê Kurdistana Iraqê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî bi boneya 56emîn salvegera damezrandina radyoya Dengê Kurdistana Iraqê belav kir û ragihand, Radyoya Dengê Kurdistanê werçerxanek bû li xebata rizgarîxwaziya gelê me û pireke bihêz li navbera şoreş û xelkê û Pêşmerge û cemawerê Kurdistanê bû.
Peyama Serok Barzanî:
Bi helkefta pêncî û şeşemîn salvegera destpêka pexşa Dengê Kurdistana Iraqê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û wan hemû xebatgêr û têkoşeran dikim ku di dema karkirina Radyoya Dengê Kurdistanê zehmetiyê kişandin û dengê zelalê şoreş û Pêşmergeyan bi xelkê Kurdistan û cîhanê gihandine.
Radyoya Dengê Kurdistanê werçerxanek bû li xebata rizgarîxwaziya gelê me û pirekî bi hêz li navbera şoreş û xelkê û Pêşmerge û cemawerê Kurdistanê bû. Radyoya Dengê Kurdistanê her dem cihê hêvî û moral bilindkirinê bûye. Li hemû qonaxan da jî amrazê bi hêz yê hişyarkirina xelk û berevanîkirina mafên rewayên gelê Kurdistanê bûye.
Di vê salvegera pîroz de ew çaverêyî li we yên birêz û xweşdivî heye ku bi awayeke çalaktir berdewam bin li gihandina peyama azadîxwazî û pêkvejiyan û avadanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û li heman demî de jî sedemek bin ji bo pêdana hişyarî û berçavrûniya xelk û bi taybet nifşa nû û bihêzkirina hestên niştimanperwerî û xizmetkirina welat.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim û bimînin ji bo Kurd û Kurdistanê.
S. B