Dema civînên Komîta Destûrê ya Sûriyê diyar bû

Bi serperiştiya Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen, Komîta Destûrê ya Sûriyê roja 30î Cotmeha bê li Cenêvê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serperiştiya Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen, Komîta Destûrê ya Sûriyê roja 30î Cotmeha bê li Cenêvê dicive.

Sekreterê Giştî yê Newtewên Yekgirtî belgeyek pêşkêşî Encûmena Asayişê kir, tê de pîvan û rênimayên karê Komîta Destûrê ya Sûriyê diyar kiriye û daxwaz kiriye ew komîte roja 30î Cotmeha bê li Cenevê dest bi civînên xwe bike.

Di belgeya Sekreterê Giştî yê Newtewên Yekgirtî  de hin pîvan û rênimayên sereke yên karê wê komîtê hatine diyar kirin, wek asankarî ji bo danûstandinên di çarçova proseya destûrê de di hundir Sûriyê de jî bên kirin û li gor biryara navdewletî 2254 destûreke nû we amadekirin û piştre hilbijartin di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî bê kirin.

herwiha Komîta Destûrê li destûra Sûriyê ya sala 2012an vedigere û dê ya wê serast bike, yan jî dê destûreke nû ji Sûriyê re binivîse.

Komîte bi perensîpa tewafiqê, yan jî bi wergirtina ji sedî 75 dengên endamên komîtê, dê hemû biryarên xwe werbigire.

Piştî civîna Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Enqerê û serdana Şanderê Neyewên Yekgirtî Geir Pedersen bo Sûriyê, roja 23ê vê mehê damezrandina komîteya destûrî ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ve hat ragihandin.

 

S. B