Serok Barzanî ligel Parlementerên PDK civiya

Serok Mesûd Barzanî ligel endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Xula Çarem a Parlemantoya Kurdistanê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ligel endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Xula Çarem a Parlemantoya Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî, spasî û destxweşî li erk û mandîbubûn a endamên fraksiyona Partî li Xula Çarem a Parlemantoyê kir. Tekezî liser wê yekê kir, ku fraksiyona Partî li Xula berê ya Parlemantoyê di rewşeke hestyar û dijwar  ya siyasî de, karên xwe bi başî encam dan û mandîbûn a wan cihê pêzanînê ye.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî ronahî xist ser prosêsa siyasî ya Kurdistanê û pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê bo pêngavên ber bi Kurdistanek bihêz ve.

Di beşek din ê civînê de Serok Barzanî nerînên xwe derbarê pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, ji bo amadebûyan anî ziman.

 

 

C.B