Ehmed Berekat: Ti projeyeke siyasî ya Amerîka bo Kurdên Sûriyê nîn e
Endamê Desteya Siyasî ya Pêşverû ragihand, rewşa rojhilatê Firatê xirap e ji aliyekî Tirkiye bi bihaneyên şerê li dijî terorê û careke din bi bihaneya hebûna PKKê gefê dixwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşwerû ya Kurd li Sûriye (Pêşverû) Ehmed Berekat li ser helwesta Tirkiye û rêjîma Sûriyê li hember Rojavayê Kurdistanê ragihand, rewşa rojhilatê Firatê xirap e ji aliyekî Tirkiye bi bihaneyên şerê li dijî terorê û careke din bi bihaneya hebûna PKKê gefê dixwe. Rêjîma Sûriyê jî bi berdewamî gefan dixwe.
Endamê Desteya Siyasî ya Pêşverû Ehmed Berekat di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de ragihand: Kurdên Sûriyê ne li dijî Tirkiyê û ne li dijî rêjîma Sûriyê ne û çek li dijî artêşa Sûriyê û Tirkiyê ranekirine. Nabe Tirkiye pirsgirêkên xwe bi PKKê re bîne li Sûriyê çareser bike. Berê pirsgirêka Sûriyê aloz e û Tirkiye bi gefên xwe aloztir dike. wek çawa Efrîn, Ezaz, Bab û deverên din dagîr kirine.
Got jî: Em ne li dij in ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê baş bibin, lê divê ne li ser hesabê me wek Kurdên Sûriyê be. Pirsgirêka Kurd li Sûriyê ne ji destpêka krîza Sûriyê ye, belkû ji destpêka avakirina dewleta Sûriyê ve ye û divê çareseriyeke siyasî jê re hebe.
Li ser hewlesta Amerîka derbarê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê de got: Heta niha ti projeyeke siyasî ya Amerîka derbarê vê Kurd û rojhilatê Firatê de diyar nekiriye. Pêwendiyên Amerîka bi HSDê di şerê li dijî terorê ye. Heger projeyeke Amerîkî ya siyasî li herêmê hebe, ne Tirkiye û ne Rûsya nikare rê li ber wê bigire.
S. B