Li Efrînê çekdaran 2 welatiyên Êzidî û keçekê revandin

Li Efrînê grûpeke çekdar mêr û jineke Kurd ên Êzîdî revandin û dest danîn ser mala wan. Herwiha keçke din a 16 salî jî ber bi cihekî nediyar ve revand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpeke çekdar mêr û jineke Kurd ên Êzîdî revandin û dest danîn ser mala wan. Herwiha keçke din a 16 salî jî ber bi cihekî nediyar ve revand.

Tora Çalakvanên Efrînê belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Medenî” duhî welatiyê Êzidî Seîd Xerîb Hiso û hevjîna wî Xalya Husên ên ji gundê Çeqelê Cûmê revandin û dest danîn ser maleke wan a li Efrînê.

Çalakvanan dan zanîn, Seîd Xerîb Hiso berî hefteyekê jî hatibû revandin û piştî 2 milyon Lîreyên Sûrî dabûn, hatibû berdan, lê duhî dîsa ew ligel hevjîna wî revandin.

Herwiha Tora Çalakvanên Efrînê belav kir jî, grûpa Cebhe El Şamiyê roja 26ê vê mehê avêt ser maleke gundê Mehreskê yê navçeya Şera û keça 16 salî Sara Ebdula Mihemed Elî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, revandina welatiyên bi bihaneyên cuda berdewam e û ta niha bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin.

 

S. B