Li 15 gundên Colemêrgê çûnûhatin hat qedexekirin

Dorûbera 15 gundên Colemêrgê ji serdana welatiyan re hate qedexekirin û wek herêmên ewlekariyê hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dorûbera 15 gundên Colemêrgê ji serdana welatiyan re hate qedexekirin û wek herêmên ewlekariyê hatin ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgeriya Colemêrgê, dorûbera 15 gundên girêdayî bajarokên Çelê, Gever û Şemzînanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgeriya Colemêrgê diyar kir, Dema qedexeyê ji îro ve destpê dike û dê heta 15 rojan berdewam bike. Herwiha Parêzgeriyê daxwaz ji welatiyan jî kir, ku divê welatî pabendî hişyariyê bin.

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de dorûbera gundên Colemêrgê ji aliyê parêzgenriyê ve bi berdewam tê qedexekirin.

 

S. B