Hevserokên Dêrsimê yên HDPê hatin binçavkirin
Li Dêrsimê li dijî HDPê operasyon hate kirin û digel hevserokan 5 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dêrsimê li dijî HDPê operasyon hate kirin û digel hevserokan 5 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlekariyê yên Dêrsimê îro danê sibê li dijî Şaxa Dêrsimê ya HDPê operasyoneke berfireh kir û avêt ser malan.
Her du Hevserokên Dêrsimê yên HDPê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak û 3 rêveberên HDPyê hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirina rêveberên HDPê nehatiye eşkerekirin û lêpirsîna wan li Rêveberiya hêzên ewlekariyê yên Dêrsimê berdewam e.
S. B