Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Yunanê li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Yunanê li Iraqê Yonîdos Kontovonîsyos kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Yunanê li Iraqê Yonîdos Kontovonîsyos kir.
Di vê hevdîtinê de ku Eftîmyos Kostopolos Konsolê Yunan li bajarê Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Yunan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dûr û dirêj û rola siyasî ya Serok Barzanî li asta Iraq û navçeyê û cîhanê û li şerê dijî terorîstan hebû û her wiha rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand. Sosretiya xwe jî bi siyaseta Serok Barzanî û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ragihand li rûbirûbûna li gel gef û qeyran û rewşên dijwar da.
Di beşeke din a vê civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyên kêşe li ser de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de bal kişand li ser rewşa revenda Kurdî li Yunan û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Yunan û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Yunan ya li warên cûda cûda de kir.
S. B