Qeterê xwazta xwe nîşan da bo vekirina konsulxane ya xwe li Hewlêrê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Xalid Hemed, Balyozê Qeter li Iraqê. Di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir welatê wan dixwaze pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê bihêz bike û ji bo vê yekê jî Qeter dixwaze konsulxaneya xwe li Kurdistanê veke.

K24- Hewlêr

Îro Yekşema 29.9.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Qeter kir û di wê hevîdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo weberhênana biyanî amade ye û ji bo weberhênerên Qeterî jî hemû asankariyan dike ji bo ku di proseya pêşxistina Herêma Kurdistanê de beşdar bin û beşdariya wan jî girîng û erênî ye, herwiha Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Qeter re bihêz bike.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û amaje bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de kir û herwiha behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û koçberan li Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Qeter li Iraqê silav û rêzên serkirdeyên Qeter gihand Serok Nêçîrvan Barzanî û tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê pêş bixe û ji bo vê yekê jî ew dixwazin Konsulxaneya Qeter li Hewlêr vekin û sektora taybet û sermayedarên Qeterî han dide ku li Herêma Kurdistanê kar bikin.