Çekdareke milîşyayan li Efrînê hate kuştin di dema pişikkirina mala Kurdekî
Li bajarokê Meydankê ser bi Efrînê, hejmareke çekdarên milîşîyayan di dema pişikkirina mal û mulkên dagîkirîyên Kurd di navbera wan dibe şer û yek ji wan çekdaran di wî şerî de dihêt kuştin.
K24- Hewlêr
Li bajarokê Meydankê ser bi Efrînê, hejmareke çekdarên milîşîyayan di dema pişikkirina mal û mulkên dagîkirîyên Kurd di navbera wan dibe şer û yek ji wan çekdaran di wî şerî de dihêt kuştin.
Li gor navenda mîdyayî ya Efrînê, navê wç çekdarê hatîye kuştin Salih Mehemede û xelkê Cebel Hesse li gundên derdorên başûra Helebê û ser bi mîlîşîyayên Mecid li gel dû çekdarên din yên ser bi feyleqa Şam, li roja şembîyê, 28/9/2019yê, li ser pişikkirina mal û mulkên dagîrkirîyên Kurd di navbera wan de şer çê dibe û birîdnar dibin. Ev roj jî li nexweşxaneyê bi egera wê birînê canê xwe ji dest dide.
Li gor wê navenda mîdyayî , ew çekdarê hatîye kuştin, wî red kirîye wî xanî ku di bineret de yê hevwelatîyekê Kurd e û wî dagîr kirîye, radestî dû çekdarên din bike.
Navenda mêdîyayî ya Efrînê, berê belav kirîye ku ew xanî yê hevwelaîyeke Kurde bi navê Ebû Samir û xelkê meydankê ye û radestê xwedîyê wî nekirîne.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji alîyê Tirkiyê û milîşyayên ser bi wê ve, çekdarên wan milîşyayan xanî û malên Kurd dagîr kirîne û bazirganîyê pê dikin.