14 alîyên sîyasî yên Kurdî bi yek lîst pişikdarîyê di helbijartinên parêzgehan de dikin
14 partî û alîyên sîyasî yên Kurdî bo Helbijatina Civata parêzgehên Îraqê biryar dan bi yek lîst pişikdarîyê têde bikin.
K24- Hewlêr
14 partî û alîyên sîyasî yên Kurdî bo Helbijatina Civata parêzgehên Îraqê biryar dan bi yek lîst pişikdarîyê têde bikin.
Ew partîyên ku evro li baregeha Mekteba Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) civîya bûn, di civîn evero de biryar bû serokê lîstê a hevpişik û biryarderê lîstê û logoya lîstê bihên destnîşankirin, lêp piştî kombûnê rizgar Elî, endamê Mekteba sîyasîya YNKyê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand: Wan biryar daye, Sêşembîya bihêt careka din bicivin û biryar li ser evê pirsê bidin.
Rizgar Elî got jî: Gelek pêşkevtin di danûstandinên alîyan de çê bû yê û binemayên pêkanêna lîsta hevpişik hatîne çespandin û rêkkevtin li ser hatîne kirin.
Herweha gor jî: Ew lîst bi navê lîsta Hevpeymanî pişikdarîyê di piroseya helbijartinê de dike û li gor rêkkarên komisyonê di dema xwe de navê wê dihêt tomarkirin.
Xuya jî kir, alîyên sîyasî yên pişikdar di civînê de biryar dane li sinûrên parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Dîyala, Selahedîn û Bexda bi hev re pişikdarîyê di piroseya helbijartinê de bikinj daku dengê Kurd ji dest neçe.
Amaje bi wê yekê jî da, Sêşembîya dahatî, serokê lîstê Hevpeyamanîya Kurdistanê û rêpêdayî yê lîstê û logo dê bihêt destnîşankirin.
Biryare pioseya helbijartina parêzgehan li 1ê Nîsan a 2019yê li tevaya parêzgehên Îraqê birêve biçe.