Rêveberiya Xweser: Qebûl nakin Tirkiye penaberan li devera aram bicîh bike

Di dema ku Serok komarê turikyê ,receb teyib erdoqan, radighîne ku kar dike li ser berfirehkirina mîkanîzma devera ewle, rêveberiya xweser li kaur û rojhelatê sûriyê diyar dikin ku turikyê dixwaze guhertineke demoxrafî li deverê çêke û ew vê yekê qebûl nakin.

K24- Qamişlo

Di dema ku Serok komarê turikyê ,receb teyib erdoqan, radighîne ku kar dike li ser berfirehkirina mîkanîzma devera ewle, rêveberiya xweser li kaur û rojhelatê sûriyê diyar dikin ku turikyê dixwaze guhertineke demoxrafî li deverê çêke û ew vê yekê qebûl nakin.

Daxwiyaniyên serok komarê Turikyê ,Receb Teyib Erdogan, derbarê mîkanîzma devera ewle berdewamin ku di dawî daxwiyan xwe de ragihand ku Turikyê gelek hewildanan dike jibo avakirina devereke ewle ji xelkên sûriyê li welatê wan , herwiha got jî ku 3 melyon penaberên sûrî dê bikaribin vegerin welatê xwe eger devera mîkanîzma ewle berfirehtir bibe.

Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser derbarê vê yekê diyar dike ku xelkên bakûr û rojhelatê sûriyê yên li jidervî welat penaber bûne her dem dikarin vegerin cihûwarê xwe , lê rêveberî qebûl nake ku turikyê penaberên hundirê sûriyê li bakûr û rojhelatê sûriyê bicih bike.

Ji aliyê xwe ve hin mafnas dibêjin ku tu şer li ser sînorê Bakûr û Rojavayê kurdistanê tuneye daku turikyê daxwaza avakirina devereke ewle bike.

Herwiha didin zanîn ku armanca turikê ji mîkanîzma devera ewle ewe ku guhertineke demoxrafî di deverê de pêk bîna mîna ku li Efrînê çêbû .

Serok komarê turikyê di daxwiyana xwe de got jî ku ew hewildidin korîdorekê aştiyê bi kûrbûna 30 km li ser sînor avabikin û yek melyon penaber di deverê de bicihbikin.

Erdogan zêdeyî carekê radihîne ku 5 melyon penaberên sûrî li turikyê hene loma pêwîst dike ku devereke aram li bakûr û rojhelatê

sûriyê were avakirin daku ev penaber li wê deverê bicih bibin .