Pişkek ji perlemantarên Kurdistanê ji firakisyonê xwe cuda dibin

Perlemana Kurditanê bi 91 dengên perlemantaran 16 madde ji peyrewan navxweyîya Perlemanê hatin hevwarkirin û yek ji maddeyên hevwarkirî taybete bi desteya serokatîya Perlemanê ku divê yek ji endamên desteya serokatîya Perlemanê Afret be.

K24- Hewlêr

 Hevdem li gor hevwarkirina peyrewa navxweyî ya Perlemanê, ji niha û dûv re perlemantar azad dibe di firakisyona xwe bimîne yan ji firakisyona xwe derkeve.

Derbarê Komîteyên timî  jî, perlemanê perlemanê ew madde bi vî awayî hevwarkir, ku ji 15 komîteyên timî zêde bihên kirin bo 19 komîteyan.

Hevwarkirina evê maddeyê pirsgirêkên navxweyî yên (Culanewey Newey nwê) kûrtir kirin, bi awayekê ku kirîne dû pişik. Sîrwan Baban, ku perlemantareke nerazî ya evê Culanewyê ye, behsa pirsgirêkên hizba xwe û çarenivîsa firakisyona xwe dike piştî evê hevwarkirinê.

Ev di demekê de ye, hevwarkirina peyrewa navxweyî ya Perlemanê, rê bo firakisyona Newy Nwê xweşkir, wek perlemana Îraqê di perlemana Kurdistanê jî de bi ser dû firakisyonan de dabeş bibin. Pêşbînî jî dihêt kirin di dahatî de çend endam perlemaneke firakisyona wan cuda bibin û firakisyonên din  pêk bihînin.