Encûmena Asayişa Navdewletî bo Komîta Destûrê dicive
Ji bo aşkerekirina karê Komîta Destûrê ya Sûriyê, îro Encûmena Asayişa Navdewletî dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo aşkerekirina hûrgiliyên karê Komîta Destûrê ya Sûriyê, îro Encûmena Asayişa Navdewletî dicive.
Biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê de bicive û di civînê de Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen wê naveroka karê Komîta Destûrê li ber endamên encûmenê aşkere bike.
Roja 23ê vê mehê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî pêkanîna Komîta Destûrê ya Sûriyê di navbera hikûmet û opozîsyonê de ragihandibû û biryar e ew komîte roja 30ê Cotmeha bê li Cenêvê bicive.
Li gor daxuyanoyekê ji Nivîsgeha Pedersen, navên 150 endamên Komîta Destûrî dê îro 30î Îlonê bên aşkerekirin, lê aliyên Kurdî dibêjin, rêjeya Kurd di wê komîteyê de ne li gor rîjeya hebûna wan li Sûriyê ye.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser li dûrxistina wê ji wê komîtê ragihand, her biryarek ew tê de ne beşdar bin, dê pabendî wê nebin.
Di derbarê pirsa Komîta Destûrê de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelem ragihand, ew nivîsandina destûreke nû red nakin, lê ew dixwazin di destpêkê de destûra niha heye gotûbêj bikin. Herwiha guhartina her bendeke destûrê pêwîstiya xwe bi rapirsiya giştî heye.
S. B