13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê tê vekirin
Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê tê vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê tê vekirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îsal 300 kompanya ji 22 welatên cuda beşdariyê di pêşangehê de dikin û heyama 4 rojan jî berdewam dibe.
Peyamnêrê me amaje bi wê da, di yek demê de 2 pêşangeh vedibin, pêşangeha yekem (project) taybet e bi avedankirin û avahîsaziyê ye, pêşangeha duyem jî taybet e bi kereste û amîreyên çandiniyê ye.
Got jî, çend welatên wek Çîk, Kuwêt, Qeter sponserî û piştevaniya pêşangehê dikin. Herwiha çendîn kompanyayên mezin ên nxweyî jî beşdariyê di pêşangehê de dikin.
13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê, rojane ji demjimêr 10:00 ta 18.00 tê vekirin û tê de çendîn dîdar û panel jî birêve diçin.
S. B