Çekdaran 3 welatiyên Efrînê revandin

Zincîreya revandina welatiyên Efrînê bi awayekî rojane ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zincîreya revandina welatiyên Efrînê bi awayekî rojane ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 28ê vê mehê Mihemed Sîdo Bilal û hevjîna wî Hêvîn Bilal ên ji gundê Qêsim ê navçeya Reco revandin.

Wê rêxistinê da zanîn jî, grûpa El –Hemzat ji berî 20 rojan ve welatiyê bi navê Yezîdî Arif revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye, pêr grûpa bi navê “Polîsa Medenî” duhî welatiyê Êzidî Seîd Xerîb Hiso û hevjîna wî Xalya Husên ên ji gundê Çeqelê Cûmê revandibûn û dest danîbûn ser mala wan a li Efrînê.

 

S. B