Mesrûr Barzanî: Hevkariya webirhênan û werbirhêneran dikin

Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê hat vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê hat vekirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema vekirina pêşangehê de ragihand: “Me di bernameya hikûmetê de girîngiya mezin daye aboriyê û ev pêşangeh dibin destpêkeke baş ji xwedî kar û kampanya re, ji bo tenê pişt bi yek karta aboriyê ve girê nedin û jêder firehalî bin.”

Ragihand jî: “Bi hevkarîkirina xwedî kar û werbirhêneran re kêmtirxem nabin û hemû asankariyan ji wan re dikin. Hêvîdar im ev pêşangeh bibe sedema nêzîkbûna bazara Kurdistanê ji bazarên cîhanê.

Îsal 300 kompanya ji 22 welatên cuda beşdariyê di pêşangehê de dikin û heyama 4 rojan jî berdewam dibe.

Peyamnêrê me amaje bi wê da, di yek demê de 2 pêşangeh vedibin, pêşangeha yekem (project) taybet e bi avedankirin û avahîsaziyê ye, pêşangeha duyem jî taybet e bi kereste û amîreyên çandiniyê ye.

Got jî, çend welatên wek Çîk, Kuwêt, Qeter sponserî û piştevaniya pêşangehê dikin. Herwiha çendîn kompanyayên mezin ên nxweyî jî beşdariyê di pêşangehê de dikin.

13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî li Hewlêrê, rojane ji demjimêr 10:00 ta 18.00 tê vekirin û tê de çendîn dîdar û panel jî birêve diçin.

 

 

S. B