Nêçîrvan Barzanî tekezî li bihêzkirina pêwendiyên Herêm û Yunanê dike
Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Kurdistanê ji her asankariyekê ji bo hatina werbirhênerên biyanî derbirî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Kurdistanê ji her asankariyekê ji bo hatina werbirhênerên biyanî derbirî.
Îro di civînekê ligel Balyozê Yunanê li Iraqê Yonîdos Kontovonîsyos de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina pêwendiyên bi Yunanê re kir û spasiya Konsilxaneya Giştî ya Yunanê li Hewlêrê kir, ku roleke wê ya diyar bo pêşvebirina pêwendiyan heye. Ji aliyê xwe ve Balyozê Yunanê tekezî li heman daxwazê ya welatê xwe kir.
Her di wê civînê de, Nêçîrvan Barzanî pêwendî û keşa erênî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi zemîneyek û derfeteke baş ji bo webirhênanên biyanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da.
S. B