Adil Ebdulmehdaî: Îsrayîlê hêrişên ser bingehên Heşda Şeibî encam dayîne

Serok wezîrên Îraqê dibêje: Li gor vekolînan xuya bû ye ku Îsrayîlê Hêrişên ser baregehên Heşda Şeibî encam dayîne.

K24- Hewlêr

Serok wezîrên Îraqê dibêje: Li gor vekolînan xuya bû ye ku Îsrayîlê Hêrişên ser baregehên Heşda Şeibî encam dayîne.

Adil Ebdûlmehdî, serok wezîrên Îraqê bi kenala Elcezîre ragehandîye, li gor vekolînan xuya bûye ku Îsrayîlê hêrişên ser baregehên Heşda Şeibî encam dayîne.

Derbarê paraztina avê Kendavê jî, Adil Ebdulmehdî ragehand, Îraq amadeye biçe di nav her hevpeymanîyekê de ku armanc jê paraztina ava Kendavê be, bi mercekê ku tevaya welatên kendavê di wê hevpeymanîyê de pişikdar bin.

Ev di demekê de ye ku berî çend rojan Hesen Rûhanî, serok komarê Îranê, daxwaz ji tebvay welatên Kendavê kir bi Seûdîye û Îmaratê ve jî ku hevpeymanîyekê pêk bihînin bo paraztina devera Kendavê û rêrewên avî li deverê û tevaya nakokîyan bixin alîyekê. Ev daxwzî ya Îranê jî piştî wê hêrişê dihêt ku bo ser sazîyên petrolî yêm kompanîya ya aramko ya Seûdîye hatîye encamdan ê Rîyadê jî tilên tuhmeta encamdana wan hêrişan bo Tehranê dirêj kir û asta girjîyan di navbera Îran û Seûdîye de zêdetir bilind bû.