Li Kampa Holê asayîş û jinên Daişî bi şer hatin
Li kampa Holê, şer di navbeyna jinên çekdarên DAIŞê û Asayişê de derket.
K24- Hewlêr
Li kampa Holê, şer di navbeyna jinên çekdarên DAIŞê û Asayişê de derket.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, ku derdora 50 jin ên çekdarên DAIŞê yên li kampa Holê dimîn in, xwepêşandanek li nava kampê encam dan û piştre şerê çekdarî di navbeyna wan û Hêzên Asayişê de derket. Nûçegîhanê Kurdistan24 da zanîn, ku Asayişê rewşa awarte li wê deverê ragihandiye û tu kes nizan e, ka gelo ew çek çawa ketine, destê wan jinan de. Kampa Holê zêdetir ji 70 hezar kesan li xwe digre, bêtir ji 10 hezar ji wan, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.