Rewşa mafên mirovan li Tirkiyê
Li Enqere ya paytexta Tirkîyê, ji alîyê 4 komeleyên mafên mirovan ve, bi pêşengîya ÎHDê panelek bi navê "Li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan, tundîya polîs û îfadeya azadî û giliyan" hate kirin. Mafnas didin zanîn, ku li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan û tundîya li dijî xwepêşandêran zêde dibin. Li gorî mafnasan, divê civat birêxistin be û li dijî nehiqûqîyê, bi hev re dengê xwe bilind bikin.
K24- Enqere
Li Enqere ya paytexta Tirkîyê, ji alîyê 4 komeleyên mafên mirovan ve, bi pêşengîya ÎHDê panelek bi navê "Li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan, tundîya polîs û îfadeya azadî û giliyan" hate kirin. Mafnas didin zanîn, ku li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan û tundîya li dijî xwepêşandêran zêde dibin. Li gorî mafnasan, divê civat birêxistin be û li dijî nehiqûqîyê, bi hev re dengê xwe bilind bikin.
Li Enqereyê ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê TÎHV û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê ve bi navê "Li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan, îfadeya azadî û îtirazê" panêleke hate kirin. Di destpêka panelê da ji alîyê ÎHDê ve rapora 3 mehane ya tundîya polîs û binpêkirinên mafan hate eşkere kirin û hat ragihandin ku li Tirkîyê di 3 mehên dawî da bi sedan bûyerên tundîya polîsan û binpêkirinên maf û azadîyan pêk hatîye û gelek caran hiqûq û mafên bingehîn hatine binpêkirin.
Hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat dibêje, ew wek komeleyên mafên mirovan hewl didin ku bi van bernameyan civakê bi binpêkirinên mafên mirovan û tundîya li dijî çalakvan û mafnasan haydar bikin.
Fatîn Kanat (hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê) got:"Bi rastî piranîya civata Tirkîyê ji binpêkirinên mafên mirovan û miameleta kêfî ya hêzên ewlekarîyê acis e. Ji loma jî me xwest ku bi van panel û konferansan em bibin dengê civatê. Em dixwazin ku mafên bingehîn yên wek mafên îfade, îtiraz û xwepêşandanê bêyî ku rastî astengî û tundîya polîsan bê, bi awayeke demokratîk bê kirin. Ev têkoşîneke azadî û demokrasîyê ye. Em mafnas her tim li gel mexdûr û mezlûman in."
Yek ji panelîstên bernameyê Velî Saçilik bû ku ew bi KHK jikar hatibû avêtin û ji bo ku vegere ser karê xwe li kolanên Enqereyê rêzeçalakî lidarxistibû, lê belê di encamê da ew her tim rastî tundîya polîsan hatibû û gelek caran jî cizayê pereye lê hatibû birrîn.
Veli Saçilik (çalakvan), dibêje:"Li Tirkîyê dema hûn doza heqê xwe bikin wê demê hûn rastî tundîya dewlet û polîsan tên. Ji loma jî li Tirkîyê lêgerîn û daxwaza maf û azadîyan karê wêrekîyê ye. Dema em dev ji qadan berdidin wê demê em ji alîyê polîsan ve tên dorpêçkirin û zor û zext tên zêdekirin. Ji loma jî divê em dev ji qad û kolanan bernedin. Divê em têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.
Civaknas û rewşenbîrên wek Îsmaîl beşîkçî, Fikrî Başkaya û akademîsyen û karmendên ku bi biryarnameyên bi hikmê qanûnê jikar hatibûn avêtin di panelê da amade bûn û ew jî behsa serpêhatîyên xwe yên bo lêgerîn û daxwaza mafên xwe kirin. Mafnas bal dikşînin ser zêdebûna binçavkirin, girtin û binpêkirinên mafên mirovan û didin zanîn ku divê êdî ev pirsgirêkên heyî bi makezagoneke nû ya demokratîk bête çareserkirin.