Bi pişikdarîya Mesrûr Baranî bîranîna 70ê salîya damezirandina Komara Çînê hat kirin
Bi pişikdarîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, rêresmek bo bîranîna 70 salîya damezirandina Komara Çîna Millî li bajarê Hewlêrê bi rêve çû.
K24- Hewlêr
Bi pişikdarîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, rêresmek bo bîranîna 70 salîya damezirandina Komara Çîna Millî li bajarê Hewlêrê bi rêve çû.
Evro bi pişikdarîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, rêresmek bo bîranîna 70 saleya damezirandina Komara Çîna Millî birêve çû. Di rêresmê de pîşangeheke wêneyan hat vekirin derbarê peywendîyan û kar û çalakîyên konsilxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê.
Dûv re konsulê Çînê li Herêma Kurdistanê di gotareke xwe de behsa peywendîyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragehand Çîn xwedîyê dûyem abûrîya Cîhanê ye.
Got jî: Welatê wî bijêw û jîyara xelkê bilind kirîye.
Herweha konsulê Çînê got jî: Welatê wî sîyaseta aştîyê li derve peyrew dike û destên xwe naxe di nav karûbarên welatan de.
