Nêçîrvan Barzanî li gel Firakisyona PDKyê li perlemana Kurdistanê civîya
Nêçîrvan Barzanî, cêgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), tekez kir li ser giringîya hevkarî û hevahengîyê kir di navbera Firakisyonên Perlemana Kurdistanê bi armanca karkirinê ji bona dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Îraqê. Herweha rola Perlemana Kurdistanê li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Îraqê de bi giring da zanîn.
K24- Hewlêr

Cêgirê serokê PDKyê, firakisyona PDKyê raspart daku li gel alîyên din yên Perlemana Kurdistanê giringîyê bi wan yasayan bidin ku rasterast peywendî bi rewş û jîyana hevwelatîyane, bo evê yekê jî ji nêzîk ve hevahengîyê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.
Di wê kombûnê de ku evro êvarî 30/9/2019yê li Hewlêrê birêve çû, her yek ji endamên firakisyona PDKyê nerîn û têbînîyên xwe gotin û çend daxwazî yên peywest bi rewş û jîyana hevwelatîyan xistin berçavan.