Şanderê navdewletî: Divê komîteya destûrî nûneratiya hemu Suriyan bike
Şanderê navdewletî bo Sûriyê ragihand, ku divê komîteya destûrî nûneratiya hemu Suriyan bike. Got jî, dîtina hemu aliyan tê wergirtin. Çi ji civaka sivîl û tevayiya pêkhateyên Sûriyê, ji bakurê rojhelatê wî welatî jî.
K24- Hewlêr

Gêr Pêdersen, şanderê nêvdewletî bo Suriyê got: Min bawerî hey ku nwênerînîya hemû ewrûpîyan dihêt kirin di komîteya destûrî de. Eger nwênerîya Hemûyan jî nehêt kirin, me divêt di vî karî de nerîna hemûyan wergirîn ji rêkxistîyên sivîl û rawêjkarên jinan û tevaya pêkhateyên Suriyê bi bakûra rojhelata welatî ve jî.
Herweha got: Destûra dahatî ya Suriyayê bo xelkê Suriya ye bi tenê û derbrê xwazta xelkê Suriya ye. Neteweyên Yekbûyî berevanîyê li xwazta Surîyan dike nekû xwaztên din. Em li wi r dibîn daku ew destûr bi hevsengî û di berjewendîya hemûyan de be.
Got jî: Komîteya destûr hemû arîşeyên Suriyayê çareser nake, divêt ew hewlên dihên dan li gor biryara 2254 be.