Nsir Herîrî: Nûnerênî ya Kurd li Sûriyê di komîteya destûrê de kême li ne bi hejmarê ye

Serokê desteya danustandinan yê opozsyona Suriyê, Nsir Herîrî di bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan24 de ragehand , Nûnerên Encûmena niştîmaniya Kurd li Sûriyê di komîteya destûrê de kême li ne bi hejmarê ye û wek pêkhate di nav opozsyonê de nûnerên wan di hemû lijne û komîteyan de heye.

K24- Hewlêr

Nsir Herîrî  got: Di desteya danûstandian de, Encûmena Niştîmaniya Kurdî heye, wek pêkhate heye û endamên wê beşdar in, raste hejmara wan kêm e,lê ya giring ji me re ne hejmar e, ya giring ewe dengekê wan di komîteyê de hebe û daxwazên wan li ser maseyê hebin  û beşdariyê di nexşekirina paşeroja Sûriyê ya destûrî de bikin û dev ji pirsa hejmarê berdin û heger em behsa hejmarê bikin divê em vegerin hilbijartinan û rêjeyan destnîşan bikin.

Herweha got: Bi rastî em ligel piraniya daxwazên Kurdan ne jiblî fedralîzmê û em çi Ereb çi Siryan û Turkman ligel daxwazên wan in.